Hûn dikarin miracaet bikin jibo Bernameya Vegere Dilxwaz, Ji nû ve yekkirina û Agahî ya Macarîstanê (HVRRIP), eger :

  • Hûn penaber yan penaxwaz in, yan jî ercên Macarîstan got divê hûn li vir biminin, lê belê hûn dixwazin vegerin bi dil welatê xwe yên eslî
  • Hûn rewşekî nerastî de ne li Macarîstanê
  • Diravê we tûne ku hûn biin malê
  • We ji bo bernameyek din serlêdan/miracaet nekiriye bo vegerinê welatê xwe di paşerojê de
  • We tu sûcên li Macarîstanê nekiriye, yanî we tiştek li gorî kodê tawanbarê Macarî ceza nekiriye

Faktorên ku tevlêbûna we di bernamê de sînor nakin:

  • heke hûn belgeyên nasnameyê tune
  • ger hewcedariya we bi cemwer/rêheval hebe

Ji bo arîkarîya vegera

Heke hûn di navendek binçavkirinê de, navenda pêşwaziyê de, qada veguhastinê/transitê de, an kampek penaberan de ne, û we biryar daye ku hûn vegerin mala xwe bi dilxwaz û bi alîkarîya IOM yê, divê hûn daxwaz bikin ku forma serîlêdanê/miracaet ya bernameya Vegera Dilxwaz, Pêxistinê û Agahî dagirin. Divê forma serlêdanê/miracaet were dagirtin û ji xebatkarên navenda binçavkirinê, navenda pêşwaziyê yan karsazên IOMê re were şandin. Forma serlêdanê/miracaet dê ji raxedarên Macarî re were şandin – Rêveberîya Giştî ya Netewî ji bo Polîsê Biyaniyan (NDGAP).

Forma serîlêdanê/miracaet dikare were daxistin ji malpera me (bibînin li jêr rûpelê). Her weha hûn dikarin forma daxistiye û tijî bişînin bi faksê li ser jimara jêrîn: 06-1-472-2503 yan ji bi e-nameyê bi navnişîna jêrîn: This email address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it. yan This email address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.

Hûn dikarin li vir jî serlêdan bikin online.

Heke we berê daxwaznameya penaberîyê bi rayedaran Macarî re pêşkêş kiribe, û we ramana xwe guhert û dixwazin vegerin welatê xwe, hûn neçar in ku doza penaberiya xwe vekişîne.

Ji bo desteka/arîkarîya ji nû ve yekkirina vegera kesên xedar, muhtac ên bi rewşên tendûrûstîyê kronîk

Li gorî bendê 5’ê yê biryarê yê No. 575/2007/Komîsyona Ewrupayê perlemana Ewropî û yê Meclîsê 23ê meha gulanê 2007, IOM dixwaze alîkarî bike ji bo vegera kesên muhtac û xedar, wek xortan, zarokan, zarokê bê bav û dayik, kesên astengdar, mirovên pîr û extiyar, jinên ducanî, dêûbav tenê bi zarokên piçûk, û kesên ku rastî îşkenceyê, tecawûzê an şêwazên din ên cidî yên fîzîolojîk, şîdeta fîzîk an cinsî hatin, u vegera bi şertên tendûrûsîyê kronîk bi danîna wan arîkarîya vegerandina/zivirandina li welatê xwe yê eslî. Di vê bernameyê de pêkhatê alîkarîya ji nû ve yekkirina ewe – gorî hewceyê mişterîyan – sîrêtkirin û destek diravî jibo ji nû ve yekkirina/vegerandina. Bihayê destek 700 Euro ye, û bi vî pereyî mîsterî dikare çalakîyên di planê wî de behs kiribûn fînanse bike. Desteka ji nû ve yekkirina bi piranî ne dirave, lê di bin şert û mercên taybetî de dibe ku parekê destek bi dirav tê danîn.

Vegera muhtac û xedar û vegera bi şertên tendûrûsîya kronîk were nasîn ji alîyê Rêveberîya Giştî ya Netewî ji bo Polîsê Biyaniyan (NDGAP) ve, Polîs, karmendan û bijîjkan dezgeha têkildar ku koçber û penaber lê bimînin, karmendên rêxistinên din ên li van deran dimînin û di dema zîyaretan de ji hêla karsazên IOMê.

Dê her yek ji doza kesê muhtac û xedar ji hêla hevalbendên projeyê û rêxistinên din ên di nav dezgehan de cîh digrin ve were gotûbêj kirin.

Da ku ji bo alîkarîya ji nû ve yekkirina miracaet/serlêdan bikin divê mişterî Forma Miracaetê Vegera Xedar û muhtac jibo Arîkarîya Ji nû ve yekkirina. Ev belge bi mebesta nirxandina pêşîn xizmet dike, û têde ramanên û hewceyên kesê vegera hene. Ji kerema xwe li ser zencîreya li ser rûpelê jêrîn bitikînin ku forma serîlêdanê/miracaeta temam bikin.

Biryara pêşkêşkirina desteka ji nû ve yekkirina/vegerandinê jibo mişterî dê ji hêla IOM Budapest ve were çêkirin piştî xwendina agahdarîya ku hatî berhev kirin derheqa nirxandina muhtacîya, têkirînîya plan, û hebûna fona pereya diyarkirî.

Serlêdanên hilbijartî – bi arîkarîya IOM Budapest û ofîsê IOM li welatê eslî - dê plansazek bicivînin bi hûrî behsa hewceyên herî giringên ku ji piştgiriya/desteka bên fînanse bikin. Pirr girînge kû hûrên pêwendiya peydakirî di formê miracaetê de rast in, ji ber ku gava ku ev forma serlêdanê/miracaetê hatibe nirxandin IOM’ê dê bi we re tekildar bibe. Ji bo vegera penaberan muhtac û vegera bi nexweşiyê kronîk desteka ji nû ve yekkirina dê wek ne pere peyda kirin, û tenê di bin şert û mercên taybetî de dê destek bi dirav tê dayîn. Hewcedariyên pêdivî, karûbar, û tiştên ku di nexşeya ji nû ve yekkirina  de têne navnîş kirin dê ji hêla ofîsa IOM’ê ve werin fînanse kirin li welatê we yên eslî.

Pêşkêşkirina arîkarîya zivirandina ji vegera we serbixwe ye. Ji ber vê yekê, eger plana we bête pejirandin, serlêdan dê bi tu awayî bandorê ser rêwîtiya vegerê neke.

Ji ber hebûna çavkanîyên darayî/diravî sînorkirî ye, arîkarîya ji nû ve yekkirina tenê dikare bi hejmarek sînordar ji mişterîyan re were peyda kirin.

Mûçeya diravdîtina herî zêde 700 euro ye.

Ji bo Desteka kompleks Ji nû ve yekkirina bona vegeran IOM’ê

Ji bo zêdetir agahî ji kerema xwe li ser lînka Reintegration Support bikirtînin.

IOM di têkiliyên nêzîk de bi rayedaran Macarî re dixebite - Rêveberîya Giştî ya Netewî ji bo Polîsê Biyaniyan (NDGAP) da ku vegera we organîze bike.

Senaryoya tîpî wekî ya jêrîn e:

  • mişterî forma serîlêdanê/miracaetê temam dike û radest dike
  • forma serlêdanê ji hêla Rêveberîya Giştî ya Netewî ji bo Polîsê Biyaniyan (NDGAP) ve tên xwendin
  • eger forma serlêdanê were pejirandin, Beşa Operasyonên IOM Budapestê dê daxwazek ji bo organîze kirina rêwîtiya vegera ji bo kesê miracaet kirinê werbigire
  • belgeya hewcedaran ji bo vegera we, tevî pasport û vîzayên transit (heke pêwîst be) bi alîkarîya balyozxane/konsulê welatê xweya we ve hatî amadekirin.
  • Bilêtek firîna yek-rojî tête kirîn û IOM Budapest dê ger hewceyê aranjekirinê hewceyê ji bo transitê û pêşwaziyê werdigire
  • Eger pêwîst be rêhevalek dikare bi we re be (mînakî, heke hûn di din 18 saliyê de ne an jî rewşa bijîjkî hebe)
  • Ofîsa IOM li welatê we ya orîjînal di derheqê hatina weya hêvîdar de agahdar dibe. Eger lazim be IOM Budapest ji we re arîkar dike ku hûn arîkarîya vegera paşîn bigihîjin cihê xwe yê dawîn
  • Karmendên IOM ji we re dê ji we re di aranjekirinên pêşîn û derketinê de ji we re bibin arîkar. Di derbêlê de 30 euro desteka piçûktir ji hêla karmendên IOM ve tê dayîn.

Arîkarîya ji nû ve yekkirina piştî hatina li welatê we tê wergirtin (eger daxwaz kirin û xelat werin dayîn)