Doz yan prosedur çiqas dirêj dikişîne?
Kî dikare miracaet bike jibo Bernameya Vegera Dilxwaz, Pêxistinî û Agahî ya Macarîstanê (HVRRIP)?
Çima ezê vegerim welate xwe bi alîkarîyê IOM?
IOM kîjan welatê min bavêje?
Heke pasaporta min an belgeyek nasname ya din tune, ez dikarim miracaet bikim jibo HVRRIP?
Ez dikarim vê karûbarê vegerê dîsa bikar bînim, ne tenê carekî?
Çima ji dersînorkirinê alîkarîya vegera dilxwaz çêtire?
IOM kîjan cûre desteka darayî/aborî dikare wî ji min re pêşkêş bike?
Desteka kompleks ji nû ve yekkirina çi ye?
Heqa me heye bo desteka ji nû ve yekkirina?
Ji bo miracaet kirina wade heye?


Doz yan prosedur çiqas dirêj dikişîne?

Prosedurê lêkolîn ji aliyê NDGAP (Navenda Giştî Netewîyê Polîsên Macarî Jibo Biyaniyan) ve tête kirin, û hema hema mehekî dikişîne. IOM Budapest Dezgeha Operasyonên Hejînî organize rêwîtiyan dike dema qedandinî wan proseduran qedandin, piştî dîtîna forma daxwazname (miracaet) û qayilîyê ercên dewleta Macarî. Dirêjîya prosedurê lêkolîn bi temamî li gor doza kesane, gora faktoran wek qayilîyê NDGAP’ê, belgeyên rêwîtiyê, berdesteyê firînan û hewcedariyên taybetî ku lazime jibo vegere diguhere. 

Kî dikare miracaet bike jibo Bernameya Vegera Dilxwaz, Pêxistinî û Agahî ya Macarîstanê (HVRRIP)?

  • kesên ku dixwazin asylum, penaxwaz
  • kesên penaber
  • kesên di bin parastinê girêdayî de
  • kesên di bin parastinê demî de
  • kesên ku ne hemwelatîyên YE’ne, û li ser erdê Macaristanê de ne bê statuyê bi rêz

Çima ezê vegerim welate xwe bi alîkarîyê IOM?

IOM rêxistineka pîşeyîye ku xebat dike jibo alîkarîyê penaberan tehlbûn yan rencîn ku vegeriya welate wan bi awa aramî û rêzdarî û şewazek bi rûmet. Vegeriya bi alîkarîyê IOM alternatîfek mirovane ji bo dersînorkirinê, u gelek caran çareseriyê tenê bo tengasîyê derhal ên penaberan. AVR dikare bibe bi berjewendî ji bo penaber û jibo welatê mazûvan û peşwazkirin herwisa. Rêwîti bêpere ye – IOM hemî masrafên rêwîti digire, û heger hewce be dikare sazbike hevalê rê cem penaberan. Ji hêla din ve, kesên herî muhtac û rencîn heqdarin jibo miracaet bikin arîkarîya ji nû ve yekkirina.

IOM kîjan welatê min bavêje?

IOM rêwîtiyê we organîze dike berbi welatê weya ku di pasaporta we de hatî veqetandin, yan ji berbi welatek duyemê ku hûn rûniştinê yasayî heye.

 

Heke pasaporta min an belgeyek nasname ya din tune, ez dikarim miracaet bikim jibo HVRRIP?

Erê, hûn dikarin miracaet bikin, lê belê di vê rewşê de prosedur piçkekî dirêjtir dikişîne, ji ber ku belgeyên rêwîtiyê yên minasib divê ji balyozxanê nîşan dan were wergirtin berî vegera we.

 

Ez dikarim vê karûbarê vegerê dîsa bikar bînim, ne tenê carekî?

Na, di çarçoveya vê bernameyê de hûn dikarin tenê carekê vegerin welate we.

 

Çima ji dersînorkirinê alîkarîya vegera dilxwaz çêtire?

  • Hun belaş rêwîtiyê dikin, u bi awayî aramî, serbilind u bi rêkûpêk.
  • Derbaskirina hêsantir, zûtir û bi alîkarî tê garantî kirin, heke guheztina firînê lazim be di dema rêwîtiya te de.
  • Hûn dikarin miracaet bikin ji bo alîkarîyê ji nû ve yekkirina.

 

IOM kîjan cûre desteka darayî/aborî dikare wî ji min re pêşkêş bike?

Ew dema çûyinê ji bo kesên vegeriyan 30 euro diravê dide. Kesên vegeran ên qels û xedar, u kesên ku rewşên bijîşkî kronîk in dikare miracaet bike bo pişgirî ji nû ve yekkirina. Eger nexşe kesek ji nû ve yekkirina were pejirandin, ew kesek dikare destanek heta 700 Euro bistîne wek alîkarîya ji nû ve yekkirina.

Hûn dikarin bi IOM re miracaet bikin bo desteka kompleks ji nû ve yekkirina, û zêdetir destek bigre. (Ji bo bêtir agahdarî agahdariya dorpêçandî bibînin.) 

 

Desteka kompleks ji nû ve yekkirina çi ye?

Armanca projeyê pêşkêşî desteka ji nu ve yekkirina heta herî zêde 2500 Euro pêşkêşî ye. Divê kesên ku miracaet bikin daxwazên jêrîn bicîh bînin:

  1. Divê kesên ku miracaet bikin beşdarî şêwirmendiyê bibin bi mijarê ji nû ve yekkirina. Evê ji wan re bibe arîkar da ku alternatîfek çêtirîn bibînin bo dahatiye didin li welatê we yan eslî, gora hîndarî û tecribeyan wan û her weha rewşa aborî ya heremî jî tê hesibandin.
  1. Hewce ne ku kesên miracaet bikin bila amade û radest bikin planek berfireh derheqa ji nû ve yekkirina. Divê plan tê de çalakiyên qezenckirina ku muşteri dixwaze şopandin heye. Kesek ku miracaet bike dikare ji çend alternatîfan hilbijêrin wek: business start-up (destpêka karsaziyê), hevpariya karsaziyê, maaşa yarmetiya, perwerdehiya li ser kar, perwerdehiya pîşeyî û ziman. Hilbijêrinê ji yekê zêdetir çalakiya qezenckirina mimkune.

 

Heqa me heye bo desteka ji nû ve yekkirina?

Bi karanina tora cîhanê yan IOM, IOM alîkarîyê/desteka ji nû ve yekkirina peyda kiriye ji bo penaberan bê statu yên hemwelatiyan welaté sêyemîn ku bi dilxwazî vegeriyan welatê wan ên eslî ji Macaristanê. IOM hewl dide ku vegeriyan dilxwaz û nexşên ji nû ve yekkirina bi awayî şexsî amade bike ji bo kesên ku beşdari bibin pêşveçûyina civaka wan. Domandina têkiliyên nêzîk bi karûbarên projeya din ên IOM re li welatê vegera piştgirî dike derbasbûna ji welatê mêvandar li welatê eslî. Desteka bi gelemperî bişopîne prosedurekî rastkirin û standardîzekirin, esneqbûnî aliyek giring ên desteka peydakirina dimîne. Bi gelemperî arîkarîya ji nû ve yekkirina jêrin tête kirin:    

  • arîkarîya wergirtinê li welatê eslê we
  • nexşan ji nû ve yekkirina, u tê de qezenckirina bi karsaziya piçûk, perwerdehiya pîşeyî, zanferî yan desteka nêzbûn hene ji bo hêsantir kirina pêxistinî.

Ev proje dikare were bikar anîn ji bo plansaziya karsaziya piçûk yan pêşkeftina pîşeyî bi desteka darayî bi sînor re hevbeş.

 

Ji bo miracaet kirina wade heye?

Divê serlêdan plansaziya we heta herî dawî panzdehê meha puşperê (meha şeşan) 2020 radest bikin.